Çîroka Gewro - 03

Kurdish Lessons Podcast - A podcast by Kurdish Lessons

Categories:

Çîrok - the story Ev Gewro ye. Gewro cenawirekî xwînşêrîn e. Kumekî wî heye û navê kumê wî Qoqo ye. Kumê wî gelekî kevn e lê ew ji kumê xwe pir hez dike. Gewro û Qoqo heval in. Ew hevalên baş in. Ew her roj bi hev re diçin bazarê. Ew her roj bi hev re taştê, firavînê û şîvê dixwin. Carinan ew bi hev re diçin dibistanê. Carinan ew bi hev re diçin bajarên mezin. Gewro ji bajarên mezin hez dike. Lê Qoqo ji bajarên mezin hez nake. Pirs - questions: 1- Navê wî çi ye? 2- Gewro cenawirekî çawa ye? 3- Navê kumê wî çi ye? 4- Kumê wî nû ye, rast e.? 5- Gewro û Qoqo bira ne? 6- Ew ne hevalên baş in, rast e? 7- Ew her roj diçin ku? 8- Ew her roj çi dixwin? 9- Ew carinan bi hev re diçin kû? 10- Ew diçin bajarên çawa? 11- Kî û Kî carinan diçin dibistanê? 12- Gewro û Qoqo naçin bajarên mezin, rast e? 13- Kî ji bajarên mezin hez dike? 14- Kî ji bajarên mezin hez nake?